Dilbirîn Dilo bi pirtûka xwe ya yekem a çîrokan, cîhana edebiyata kurdî bi dengekî nû û dewlemend dike. Ev berhevoka çîrokan, ji mijarên curbecur pêk tên, Di vê pirtûkê de, xwîner rastî qevdek çîrokan tên ku hinek ji wan mînîmal hinek ji wan dirêj in. Nivîskar di çîrokên xwe de li ser mijarên wekî xiyaneta di nav jin û mêran de, evîna welat, azadî û têkojînê disekine. Ev van mijaran, bi awayekî lihevhatî û xweş di çîrokên xwe da bikartîne. Her çîrok, wek neynikekê ye ku civak û takekes tê de xwe dibînin. Ev yek dibe sedema ku xwendevan li ser jiyana xwe, civaka xwe û pirsgirêkên heyî bifikirin. Bi taybetî, mijarên wekî xiyanet û azadiyê, ku di çîrokan de bi hostayî hatine pêşkêşkirin, xwendevanan dibin nav kûrahiya hestên mirovî. Ev yek dibe alîkar ku xwendevan empati û têgihiştina xwe ya li hember kesên din zêde bikin. (Tanıtım Bülteninden) )
Fiyat Arşivi internetteki fiyatları toplayıp önünüze getirir. Çeşitli satıcılardaki fiyat geçmişlerini görüp en ucuz fiyatları bulmanızı sağlar. Sitede herhangi bir ürün satışı yapılmamaktadır. Her türlü görüş, destek ve önerileriniz içiniletisim@fiyatarsivi.com