Kurdîaxêv bi alfabeya kurdî-latînî dizanin bixwînin û binivîsin; Lê bes bi alfabeya kurdî-erebî nizanin. Ji bo ku kurdîaxiv hînî alfebeya erebî bibin û Soranî fêrbibin ev pirtûk hatîye amadekirin. Kurd ku bala wan li ser kurdîya soranî ye jî dikarin ji vê pirtûkê mifa wergirin. Çawa ku ev pirtûk bi kêrî kurmancan û kirmancan dihê, helbet ji bo soranîaxivan jî derfeteke baş e ku pê hînî alfabeya kurdî-latînî bibin. Ji ber ku rûpelek bi alfabeya kurdî-erebî û rûpelek bi alfabeya kurdî-latînî li hember hev hatine danan, xwîner dê bikaribe jê mifa wergire û bi hêsanî hînî van alfabeyan bibe. Di dawîya pirtûkê de ferhengoka biçûk a soranî-kurmancî-tirkî jî heye. Çawa ku ji bo hînbûna kurdîya soranî bi kêr dihê, ji bo naskirina rêzimana wê jî gelek baş e. Nerîman Ebdullah Xoşnaw, herçiqas di rêziman û zimannasîya soranî de navdar û şareza ye û xebatên wî ji Başûr digihîjin heta Bakûr jî, ji ber pirsgirêka alfabeyê, bakûrîyan nedikarî jê mifa wergirin. Bi vê xebatê ev derî li ber wan vebûye. (Tanıtım Bülteninden) )
Dönem içi en ucuz fiyat: 15 Nisan 2021 tarihinde 33.6
Dönem içi en pahalı fiyat: 11 Ocak 2025 tarihinde 260
Fiyat Arşivi internetteki fiyatları toplayıp önünüze getirir. Çeşitli satıcılardaki fiyat geçmişlerini görüp en ucuz fiyatları bulmanızı sağlar. Sitede herhangi bir ürün satışı yapılmamaktadır. Her türlü görüş, destek ve önerileriniz içiniletisim@fiyatarsivi.com