1. D&R
  2. Kitap
  3. Foreign Languages
  4. Other Languages
  5. Kürtçe

Collected Poems of James Joyce

Collected Poems of James Joyce
Mağaza: D&R
Son Fiyatı: 78.00 TL

Benzer Ürünler

Satıcıdan aynı kategoride diğer ürünler

Tümü

Ürün bilgileri

James Joyce di hişê cemawerî de bi gewre-berhema xwe Ulyssesê ve bûye yek, li gel nasyariyeke nisbeten berbelav bi pexşanên wî yên din. Şi’r û şa’iriya wî gelekî kêmtir hatiye naskirin û her li perawêzê maye. Reng e eve yek ji xedrên mezin be di edeba modêrn de. Lew re ji bilî hindê ku wî pêşiyê şi’r nivîsîne û her xwe şai’r zaniye, dirêje an berdewamiya têma û hêmayan û ya cihêrengiya cureyî û şêwazî heye ji şi’ra wî bo nava pexşana wî. Lê belê cudatiyeke wan a xweşbextane jî heye – Joyceê ku bo nimûne di Ulyssesê de xwe li pişt bircên vegêraneke objektîv î bi mi’mariyeke şahane asê kiriye, di nav rêzên şi’ra xwe de mirovekî berdest e bi hez û awat û kerb û keserên xwe ve: Di tak-helbestên Erkê Pîroz (1904) û Gaz Ji Tifikekê (1914) de bi peyvbaziyeke sersûrker şerekî parodîk dike li gel nizama rewşenbîrî ya dewra xwe; di Ecce Puerê de li ber jidayikbûna neviyê xwe bendeke irfanî davêje ser çar nifşên bab û kuran yan jî ser hatî û çûyiyên dinyayê; di sêzdeh şi’rên epîsodî yên Pomes Penyeachê (1927) de bi kamiliyeke hêj narîntir hijmekariya xwe li ber nexşên dinya û fezayê dizikirîne; û, axirî di ser hemûyan re jî, di sî û şeş parçeyên mosîqayî yên Mosîqaya Jûrê (1907) de hestyariyeke şareza ya evîn û jînê bi peyv û awaz dike. 'Sercem Şi’rên James Joyce, berê çendîn salên kar û renca şa’ir û wergêrê emegdar Kawa Nemir, tevî pêşgotina Michael Patrick Gillespie û bi teqdîmeke berfireh û bi sedan têbîniyên raveker ên wergêrî, bi çapa duzimanî ya ingilîzî-kurdî, portreyekî hundermend ê wek şa’ir dikêşe bo xwînerên kurdîziman. Her wiha, wergera nayab a Nemir, bi hişyariya li ser hûrdekariyên peyvî û wateyî, bi raçavkirina aboriya deqî/tekstuel, û bi pabendiya bi deng û şêwazên guherbar ên şa’irî, berhemeke layîq e bo gewreyiya navê Joyce û bo zimanê Xanî.' Ergîn Sertem   (Tanıtım Bülteninden)  )

Fiyat Geçmişi

Dönem içi en ucuz fiyat: 24 Eylül 2022 tarihinde 42

Dönem içi en pahalı fiyat: 23 Temmuz 2024 tarihinde 78