Ev kitêb xebateke berfireh e derbarê kevneşopa êzdiyan a dînî ya tekstuel de ku teswîrên gelek aliyên veguhaztina devkî ya zanîna êzdiyatiyê ya dînî ku heta niha nedihatin zanîn dihewîne. Îzaheteke bi hûrgilî ya ‘mekanîzmayan’ pêşkêş dike û gelek aliyên kevneşopê binxêz dike. Raber dike ka kevneşopa dînî ya tekstuel çawa kar kiriye -û heta radeyekê hê jî dike- bi awayê xwe yî pêş-modern, û veguherînên niha tê re derbas dibe jî teswîr dike ligel kêşe û pêvajoyên di warê meyla zêdebar de ku zanîna dînî derbasî nivîsê bibe û bi rastî jî kanoneke nivîskî bê afirandin. Kitêb çendîn deqên heta niha nehatine weşandin û berfirehtirîn lêkolîna daneyên deqên êzdiyatiyê yên pîroz ên mewcûd dihewîne. Tê de çar nexşe, ferhengçeyeke navlêkan û lîsteyeke ocaxên êzdiyan heye, û koleksiyoneke berfireh a tomarên deqan (208 deqe). (Tanıtım Bülteninden) )
Dönem içi en ucuz fiyat: 29 Ocak 2022 tarihinde 97.5
Dönem içi en pahalı fiyat: 24 Temmuz 2024 tarihinde 241.8
Fiyat Arşivi internetteki fiyatları toplayıp önünüze getirir. Çeşitli satıcılardaki fiyat geçmişlerini görüp en ucuz fiyatları bulmanızı sağlar. Sitede herhangi bir ürün satışı yapılmamaktadır. Her türlü görüş, destek ve önerileriniz içiniletisim@fiyatarsivi.com